ewa le dîwexanekey şêx ḧebîbî tałebanî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  740 Dîtin

ewa le dîwexanekey şêx ḧebîbî tałebanî le kerkûk danîştibûyn. koř germ bû. qise hate ser ewe ke nêrbazî başe ya xirape? melayekîş lewê bû ewîş witî: wełła babim! le kitêba heye efermiwê eger yekê le dinyada swarî mindałêk bêt. lew dinya ew mindałe swarî serşanî kabra ebê û ebê beser pirdî sîratda bipeřênêtewe. şêx qadrî syamensûrîş le kořekda danîştibû witî: ca eger wabê ebê mame şêx ḧebîbim le katî peřînewe be ser pirdî sîřatda wekû lorî cejnî lê bêt.