le zemanî turka qeşeyek le dyarbekir hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  1178 Dîtin

le zemanî turka qeşeyek le dyarbekir hebû. şewêk le nîweşewa yuzbaşîyek lewê bû şeşey naw bû, eçê teq teq eda le derwazey kiłêse. qeşe be lerz dêt derga ekatewe, seyr eka eme yuzbaşîye, ewendey tir leşî dête lerzîn. ełê: fermû were jûrewe bizanim emirit çîye? yuzbaşî be řûyekî xoşewe eçête jûrewe û le jûre biçkolekey qeşeda da enîşê. bełam qeşe diłî le řîşe sipîye cwanekey zyatir ekewête tepeteb û cûłanewe!

yuzbaşî ełê: hîç dił le dił mede, to pyawêkî nawbangî çaket lem şareda biław buwetewe. her bew nawbangetewe min meftûnî xwanasî û pyawxasî to bûm. karesatêk řûy da û min her çende ser dênim û ebem to nebî ew şwêne piř keytewe kesî tir şayan û layeq nîye, êste hatûm ew xeberet bidemê û nabê destîş binêy be řûmewe; çunke lêreda kar û barî giştî wiłateke wa pêwîst eka. qeşey besezman ewendey tir nawkî ekewê û ełê: fermû çî bê be min bikirê û min dirêẍî bikem, fermû biłê. yuzbaşî ełê: dwênê qazî em şare ’emrî xway kird, êste min le to çaktir nabînim, walî dostime eçme lay fermanit le estemułewe bo wergirêt bo ewey bibî be qazî em şare! qeşe waqî wiř emênê, ełê: cenabî yuzbaşî min û qazêtî musułmanan kuca merḧeba? min le kwê û qazî le kwê? yuzbaşî ełê: em qisane naçê be gwêma, eme sûdî wiłatekey têdaye, eger neykeyt xeber edem be walî û be estemuł ke to lem kiłêseyeda şew û řoj xełk ko ekeytewe û bo zyanî xelîfe îş ekeyt. qeşe destêkî ekewête em la û destêkî ekewête ew la nazanê çî bika û çî biłê? le encama çar naçar řazî ebê!

yuzbaşî heł’estê lêy eda eřwatewe. le paş dû řoj cube û mêzerêk exate naw sînîyek û tomarêkî exate pał, qeyfeyekî sewz eden be serya û eyxene ser serî zelamêk, be şwên ewda desteyek tepił û def lê edin û zîkir eken. le şwên ewanewe desteyekî mûzîqaçî be xoyan û mûzîqakanyanewe be řê ekewn û yuzbaşîşyan legełaye. em komełe bem core dên bo berderkî kiłêse û ’alemî tirîş ekewne şwênyan.

qeşe dergayan bo ekatewe. yuzbaşî le pêşewe eçête jûrewe. qeşe seyrî sînî û def û ’alem eka serî suř emênê. ełê: emane çîn? yuzbaşî ełê: e sînîye cube û mêzerekey têdaye legeł fermanî xelîfeda ke to bûyt be qazî em şare. ełê em tepił û defe çîye? ełê: le pîroze ewe ke to cube û mêzerey qezawet leber ekey emane tepił û def ekutin û zîkir eken ke xwa qezawetit lê mubarek ka!

ełê: ey ew mûzîqa bezme çîye pyawêk be neşterêkewe le naweřastyana westawe? ełê: eweş destey xetene sûranin, axir to ke ebî be qazî musułmanan ebê xetene bikirêyt ewe delake, ew xetenet eka û mûzîqaş lê edrê bo şayyeke û bo selametî serî xelîfe ke to xetene kirayt û bûyt be qazî wiłat û fermanit bo derçû.

qeşe herwa eçête tasewe û ełê: cenabî yuzbaşî hemûy qibuł ekirê bełam xetene kirdineke min taze lem ’umreda pêm qibuł nakirê. êste bom derkewt ke mesele çîye? hemûy pênc sed lîre şik ebem eydeme xizmetit û cenabîşt îtir emrî xote? yuzbaşîş ełê: axir fermanî şahane, derkirawe çon ebê? qeşe ełê: qurban ba ferman bo qeşe nebê bo şeşe bê cenab xeteneş kirawî hîç erkêkî têda nîye. yuzbaşî ełê: başe leber xatrî to, bo ewey to tûşî ’ezyet nebî xom eykem, biłêm çî! pênc sed lîre heł’egrê û be xoy û be destekeyewe egeřênewe. tumez eme yuzbaşî parey pêwîst bû em kiławey bo qeşe dirust kird!