sałêk lew serdemeda ke coş û xiroşêkî koř...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
967 Dîtin
sałêk lew serdemeda ke coş û xiroşêkî kořî řabwardin û diłxoşî û aheng hebû le naw melakanî hełebceda û hemû be yekdiłî řayan ebward, eyanwîst biçin bo hanesûre bo zyaretî seyd ’ebdulřeḧman. řojîş řojî pênc şenbe ebê, dyare şew û řojî cim’e le hanesûre emênnewe. şêx mistefay muftî hełebce ełê: bexwa bira min leber xutbekey sibeynê natwanim bêm. şêx ’ebdulkerîmî eḧmed biřne ełê: bê qeza bî şêx mistefa! xo xutbey cum’e biznî cûleke nîye her ebê malûm serî bibřê, ba yekêkî tir em xutbeye bixiwênê, heste pêşman kewe seferekeman lê têk mede.