mela şefî’ amojgarîy ḧacî biraymaẍay ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  694 Dîtin

mela şefî’ amojgarîy ḧacî biraymaẍay ’enbar eka û pêy ełê: ḧacî aẍa to êste ḧecit kirduwe û nwêj û řojût heye û qur’an û delayl exwênî, me’nay waye bûyt be pyawêkî çakî lexwatirs. îtir ew kewtine cerîme û şitey ře’yetekan meke û mał û miłkyan be zor lê zewt meke, ḧerame. lem axrî ’umrewe îtir xot le ḧeramxiwardin biparêze. ḧacî biraymaẍaş ewa gwêy bo řagirtuwe û diłî dawe be qisekanî û serî daxsituwe, paşan ser berz ekatewe û ełê: ey mela şefî’ to bo çî dû sał lemewpêş ḧuştireket birde «denguzî» serê û boşyan çak nekirdî?