mamosta mela kerîmî byare sałêk le byare...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  825 Dîtin

mamosta mela kerîmî byare sałêk le byarewe beřê ekewê bo ew dewrî tekyey lay xuřmałe le şarezûr, bo naw xizmekanî ke le berey qazîyan bûn. le řêgada tûşî «qani’»y şa’îr ebê. ełê: qani’ ba biçîn bo naw ew xizmane çend řojêk lewê řa’ebwêrin û egeřênewe. qani’ ełê: başe. eçin, le řastîda xizman dên be pîryanewe û çend řojêk lewê ebin. her řoje nîweřo le małêk û êware le małêk bangêştyan bo eken. qani’ ełê: mamosta mela kerîm hatî û nehatîm be xom û xota taqî kirdotewe, to hatte û min nehatme. ełê: çon? ełê: to dêyt bo tekye bo naw xizmekanit ewete hemû dewłemendin. hêze řon le layek kewtuwe. swêne penîr kiłaşe eka, meř û małat xwa neybiřê her řojê be bangêştin le layekewe dayanbestûyn. minîş eçim bo naw xizmekanim le «kewłos» her le kilkey awayî der’ekewm segekan dên be pîrîmewe. ewende şityan leber latî xizmekanim le awayî dest nakewê le tawa leser kewşe çekekanî pêm ebê be şeřyan û yektirî exlopênnewe. katê ke ewan lew girmey şeředan min xom le destyan derbaz ekem û xom ekem be małî yekê le xizmekanma. ca ewan ḧałî segekanyan ewe bê. ebê ḧałî xoyan çon bê? kewabû řaste to hatte û min nehatme.