necmedîn mela hebû le silêmanî pyawêkî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1202 Dîtin

necmedîn mela hebû le silêmanî, pyawêkî qelender û bê perwa bû. jyanî necmedîn mela jyanêkî seyr bû. temenêkî dirêjî hebû, serî her řeş bû. le řanye jinêkî hêna bû tełaqî dabû, kiçêkî hebû kiçekeşî mirdibû. îtir dwaçořî be hemû şit hênabû. le ser cadekey sabûnkeran dûkanêkî be kirê girtibû û be řoj be mindałanî exwênd, be şew dîwane kurdîyekanî enûsîyewe. le barey zimanî kurdîyewe xizmetêkî zorî kirdibû. nûsînî bo řojnamey «jîn»yiş enûsî. dû pişîley kelegewreşî hebû be goşt û sî bexêwî ekirdin. sewdayekî tewawîşî hebû legeł xwardineweda, be taybetî be şew deřabey dûkanekey leser xoy da edayewe û be yadî řabwêranî kon řay ebward. jûrekeşî le małekey bacî zemzem eçû. şewêk ewa deřabekey leser xoy dadedatewe û kat paş nîweşewe, her leber xoyewe daygirtuwe ełê: heye, kuře heye, êmeş bewêda tîpeřîn. be her core bû deřabekeman pê hełdayewe û çûyne jûrewe. ew her îwit: heye, ê babe çî heye? ełê: heye. le encama be her cor bû pêman derbiřî witî: xwa heye) ewe! ser xoşîşe (witman: çon? witî: xwa heye bełam îşekanî qoře. leme serman suř ma. witman: boman biłê eme çone? witî: min birsîme, çwar pûłim hebû. nanêk be pênc pûłe. ewete nanewaxanekeş beranberme, pûłêkî tirim nebû nanêkî pê bikiřim. nanewaxaneke hełî girt. her ke nanewaxaneke hełî girt dû dînaryan bo hênam, ewîş dû dînarekeye, bełam nan nîye! emca geřayewe ser «heye. heye» key xoy. îtir êmeş çûyn bew şewe nanman bo hêna û têrî xward. witman: emca zyatir biłê heye