sałêk zistanêkî tof ebê desteyekî xełkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  785 Dîtin

sałêk zistanêkî tof ebê, desteyekî xełkî dêy «zaxe» eçin bo «seqiz» û egeřênewe. lew kwêstanî sarał û hobetowe lêyan eka be kiřêwe û seryan lê têk eçê û serma kesîreyan eka. le beynî xoyana dest ekene nezir û mewlûdî kirdin bo ewey bełkû řizgaryan bibê û dinyayan lê xoş bika. yekêkyan gayek eka be mewlûyî, yekêkyan ełê eger řizgar bûyn beranêk mewlûyî bêt.

bemcore her yek şitêk eken be nezir. yekêkyan emênêtewe hîç şik naba bîka be mewlûyî ełê: xwaye to xot ezanî min hîç şik nabem her fatey jinim nebê, tełaqîkî kewtibê le řêgay toda her lem kiřêwe serêk derkeyn û nemrîn!