mela simayl sałêk le zêwye we’zî exwênd...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  620 Dîtin

mela simayl sałêk le zêwye we’zî exwênd, le we’zekeda witî: her kese nawî bawe adem û daye ḧewa binûsê û le małekey xoya hełîwasê, şeytan řû nakate ew małe. her yek ser qełemaneyek bênin ta botan binûsim.

kabrayekî qeredaẍî lewê bû hesta witî: mamosta ewe çî efermûy? şeytan le beheşta le bin dest xwawe çû hełîfrîwandin. êste ko le nawekeyan ekatewe lem dûrewe! mela simayl witî her wa îtir waqim wiřma.