kabrayekî zor pîr lew sere hebû jinêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  686 Dîtin

kabrayekî zor pîr lew sere hebû jinêkî gencî zor cwanî hênabû. kabra lewane nebû be kełk bêt. kuřêkî kencî dirawsêyan hebû, jine le geł kuřekeda be nawî amozawe řê kewtibû. îtir amoza hemû wextê le małî eman bû. le paş çend sałêk xwa çend mindałêkî da bem pyawe. çon emane xêzanî mał bûn. kuřey amozaş bew core yekêk bû le xêzanî małeke; tenanet eger bo derîşewe biçûnaye amozayşyan her le geł bû.

řojêk ew xêzane hemû eçin bo seyran. dostêkî konî pyawey pîre tûşyan ebê û le geł kabrada çak û çonî eka û epirsê: emane kên û çîn? ełê: eweyan kuřme û eweyan kiçme û eweyan jinme. ełê: ey ew kuře gence kêye? ełê: eweş kêrme!