le zemanî ewřeḧman paşay babanda kabray...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  601 Dîtin

le zemanî ewřeḧman paşay babanda kabrayek çuwe małî pîrêjnêk û swarî bû. pîrêjneke witî: erê kuřim deng û bas çîye? kuřeş witî: bexwa nazanim, ewende ezanim paşa emrî derkirduwe sałêkî tewaw ebê swarî pîrêjin bîn.

pîrêjin witî: fermanêkî çend be řê û cêye! pîrêjne kiçêkî hebû lew lawe gwêy lê bû, bedem nûke nûkewe witî: gwaye ême gunaḧman çîye wa paşa qiseyekî le êmeşewe nekirduwe? pîrêjneke xêra hełîdaye witî: çene lê mede. to giryaneket firmêske, min giryanekem xwêne, min natwanim pêçewaney fermanî paşa bikem, îşî xot bike kuřim!