kabrayekî kurd serdemî gencêtî beser çû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  873 Dîtin

kabrayekî kurd serdemî gencêtî beser çûbû, ew serdemey beser çûbû ke gelê geme û gałtey be de’bakey kirdibû, ewende piştestûr bibû pêy, lay wa bû ta ew řojey mawe her ew heřetey emênê. lepaşa way lê hat ney’etwanî mêşî pê derka! bo negbetî lew kateşa jinêkî hêna û hîçî pê nekira. emca řûy tê kird û bem core destî kird be gileyî kirdin legełya û pêy wit:

tûley teřemar ser sûrey bê xêr
te’let namem bê pêt neyêjim kêr
gezafit eda min sac esmim
xast nesmî destit we gunim
milit şoř kirdige we banî guna
řû zerdît hawird we şanî mina?
em kare çî bû legełit kirdim
bê feřey hêze boç ḧeyat birdim?
lenaw ’eşreta qîteqîtker bûm
le sayey towe îse we pen bûm!