mela ’ebdulsemedî hecîcî hebû serdemêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  628 Dîtin

mela ’ebdulsemedî hecîcî hebû, serdemêk feqêyan eçûn layan exwênd. ’îlmî mentîq le naw feqêyan zor bawî peyda kird û kitêbî «gilbinwî birhan» kewte berew. feqê ewende řûyan ne’ekirde ew bo xwêndinî mentîq û bo ew kitêbe, eçûne lay «seydî çoř» û lay pyawî wekû aẍa miḧemed eyanxiwênd û tuxnî mela ’ebdulsemed ne ekewtin.

mela ’ebdulsemed emî pê naxoş bû, řojêk tûře ebê û ełê: ta ew wexte ême manan hebûyn mentîq û hemû şitêkî tirîşman ewtewe; êste ewtî ew gunmibewî û şite dahatû feqêgel be ême řazî nabin!