şêx fetaḧ lew řemezana melay xêłî ḧeme...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1091 Dîtin

şêx fetaḧ lew řemezana melay xêłî ḧeme ḧesenî terxanî bû. mela kake ḧemeş her lew řemezaneda mela xêłî řostemî eḧmed bû. şêx fetaḧ bo bang û seła dengêkî xoşî hebû, be pêçewaney ew mela kake ḧeme dengî zor naxoş bû. dengî şêx fetaḧ eçuwe xêłî řostem û hemûyan gwêyan lê ebû. pîrejnêkî xêłî řostem kutupiř ke mela kake ḧeme ebînê seła eka. řû ekate çend pyawêk ke danîştibûn ełê: mela, melay xêłî ḧeme ḧesene; dengî wek nêre ker têt. melakey ême êjî segenazî giznige her qirxeqirxyetî. we kelamî xwa ewê serfître bideyn we ew.

şewî dwayî şêx fetaḧ - ke nawî xoy bîstuwetewe - çaktir têy çirîkan bo sełakirdin. mela kake ḧemeyş lew kateda sełay ekird, pîrejnêkî tir, ke gwêy le dengî herdûkyan bû çûwe ber lûtî mela kake ḧeme û pêy wit: bîbřewe bê feř, her qirxe qirxte, we kelam xwa eyewê serfître bideyn be ew!