’ezîz xanî serdar (’ezîz xanî gewre) zor...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  960 Dîtin

’ezîz xanî serdar (’ezîz xanî gewre) zor be xoşî û be destûrî xanedanî padşayî řay ebward yasay dîwexan û dîwexandarî begzadekanî mukirî sermayey hemû qełemêk bû, ’ezîz xan serbaşqey emane hemûy bû. ’ezîz xan çwar jinî hebû. kenîzek û karekerêkî zorîş le enderûna hebûn.

řojêk ’ezîz xan çû be qîna û gwêy be darudestey enderûn ne’eda, way lê hat şeř le nawçawî ebarî. ’ezîz xan leleyekî hebû «teymûr»y naw bû. teymûr wekû lele bû, ser û sekut û qisekirdinîşî hemû kost kewtûyekî ehênaye pêkenîn. jinanî enderûn penayan bird bo teymûr wityan: eger îmřo to şitêkî wa bikey ’ezîz xan bênîte pêkenîn, çît bwê etdeynê.

teymûr kewte şwên ’ezîz xan û le naweřastî şeqamî yekê le baxekanî bokanda, dozîyewe.

’ezîz xan ke çawî be teymûr kewt řûy lê wersûřand û řûy kirde şeqamêkî tir, çunke eyzanî ke teymûr eyhênête pêkenîn û řîsî ew řojey eka be xurî. teymûr çû le şeqamekey tirîşa le ber lûtyewe sewz bû. ’ezîz xan çawî daxist û lewêş lay da. bekurtî ew bo her layekewe eçû em wekû mûy lût le ber demya bû.

naçar ’ezîz xan le qerax cogeyekda řawesta û be daredestekey xakî qerax cogekey heł’edayewe, emeşî bo ewe ekird ke xoy xerîk bika û gwê be teymûr neda. le axra teymûr her wazî nehêna û tûşî bû û pêy wit: qurban ewe le naw em baxçeda be şwên çîya egeřêy? ’ezîz xan be tûřeyyewe witî: segbab be şwên hîna, biřo wazim lê bêne. teymûr witî: na qurban, ebê bizanim be şwên çîya egeřêy. witî: bed fesał penca sałe gîrim xwarduwe nazanî? to îşt çîye be karî minewe? witî: qurban nabê her ebê bîłêyt ke be şwên çîya egeřêyt? ’ezîz xan emcare zor tûře bû, be ewpeřî tûřeyî û deng berzîyewe witî: quřimsaẍ! be şwên kêra egeřêm, îtir qiseyekit mawe?

teymûr witî: qurban! hera meke û leser xot bîłê be gořî begzadekanî mukirî swêndit edem ke leser xot qise bike; çunke eger jinekanî ḧeremsera bizanin lem baxeda şitî wa heye, xak û berd û darî be tûreke ebêjin û eyben.

’ezîz xan destî kird be pêkenîn û witî: ey bełam le çaret da bo xot û bo qiset.