pîrêjnêkî pişt komawey pop sipî eçête lay...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  561 Dîtin

pîrêjnêkî pişt komawey pop sipî eçête lay ḧekîmêk ełê: «piştim jan eka». ḧekîmeke ełê: hî pîrîye. pîrêjin ełê: çawim kiz buwe, kem şit ebînim. ḧekîm ełê: hî pîrîye. pîrêjin witî: gwêm keř buwe. witî: hî pîrîye. pîrêjin witî: danekanim kilor bûn û hemû kewtûn. witî: hî pîrîye. pîrêjin lemane zor tuře bû, destî kird be lasayî kirdinewey ḧekîmeke û witî: «ye, ye, ye». ḧekîmekeş witî: «daye eweş her pîrîye».