mela meḧmûdî ḧacî ’elî le suleymanî řoj...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  493 Dîtin

mela meḧmûdî ḧacî ’elî le silêmanî řojêk le kołanêka ekewête çałêkewe, natwanê bête derewe, naçar hawar eka. wa řê ekewê lew wexteda ḧemałêk bewêda eřwa. ḧemałeke gwêy le dengeke ebê, ser ekêşête çałekewe, mela meḧmûy çaw pê ekewê, ełê: «ya ḧemal îbne muslîm! bom řayełe ḧeblêkî ẍilîvî metîn le şe’rî merez, şedim ke be şedêkî na’îmî bela ezyet, cezbim ke be cezbêkî xefîfî ehwen, ba le qe’rî em bîrî piř le mezłemete bême derewe!.

ḧemał ke gwêy leme ebê, ełê: «destit be gunim boxot û bo turkî qisekirdinit, bîxo ewe cêgete» û lêy eda eřwa.