hobeyekî kurd be dem leweřî beharewe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  553 Dîtin

hobeyekî kurd bedem leweřî beharewe taze geyştibûne kwêstanî şaqeła û lewê xistibûyan, pyawêk le xoyan enêrin bo mewlanawa, bo małî şêx ḧesen ke sibeynê ’eşret dên bo zyaretî şêx. kabra wextî nîweřo ebê egate ser ḧewz û berdenwêjekanî mewlanawa. ebînê ewe zelamêkî zor be dewruberî ḧewzekeda danîştibûn dest û demuçawyan eşon û heryeke şitêkî dirêjkeleyan be desteweye, danyan řîç ekenewe û eyken be demyana û danyanî pê tîj ekenewe. kabra ke eme ebînê, herwa eḧepesê, îtir bebê çirpe û bebê qise egeřêtewe berew dwa, bo naw ’eşret; carcarîş la ekatewe newek bên be şwênya.

xêł dewrî lê eden û ełên: ’erzî şêxt kird - we fîday bîn -. ełê: «’eşret! şêxî çî û şitî çî? şêx bîstigîye ke ême hatgîn û eçîn bo zyaret - řuḧim we qurwanî wê - nardigîyesî piř ew deşte zirteboz. zirtebozîş bełmebirincî hawridge, heryeke henase fîqneyekî dagewe destyanewe, leser ḧewzeke giştyan diganyan řîç kirdigesewe, we henase fîqneke diganyan tîj ekirdewe, bo ewe ke ême çûyn we carê giştiman bixon û qełaçoy ’eşretî mîrewîsî buřnewe. gwî nenkyan exon, we serî ew şêxe, ême wê û pêman naçête ew awayye».

eme em kabraye bem core gêřayewe bo ’eşret, keçî tumez eme sofî û mirîd bûn leser ḧewzeke destinwêjyan şorduwe û sîwakyan be destewe buwe, sîwakyan kirduwe.