feqêyek le şwênêk ebê feqêkanî tir...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  737 Dîtin

feqêyek le şwênêk ebê, feqêkanî tir nayanewê ew feqêye lewê bimênê, be her core cwabkirdin cwabî eken, nařwa. řojêk feqêke eçê bo destinwêj, ta dêtewe buxçekey bo epêçnewe û leber qapîyeke day’enên. ke dêtewe û çawî be buxçekey ekewê, lewê hełî egrêtewe û eyhênêtewe jûrewe û ełê: «eme çîye? em core gałtane legeł pyaw eken?»