kabrayek hebû fêr bibû eçuwe her ḧemam...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  557 Dîtin

kabrayek hebû fêr bibû eçuwe her ḧemamêk ke ehate derewe, eyut: şitêkyan lê dizîwim, bem byanuwewe parey ḧemamekey ne’eda. řojêk eçête ḧemamêk, ta dête derewe kabray ḧemamçî heç cilubergêkî hebû, hemûy lê dizî tenha piştênekey bo hêştewe. kabra hate derewe, seyrî kird hîçî nemawe piştênekey nebê. hênay piştênekey leser goşt le pişt best û hemû xełkî ḧemamekey bang kird û koy kirdinewe û çuwe berdemyan, witî: «xełkîne! êwe û xwatan, min bem core hatûm bo ḧemam?»