kabrayek hebû kuřêkî bêgwê û lasarî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  548 Dîtin

kabrayek hebû kuřêkî bêgwê û lasarî hebû, herçî ew eyut, kuře pêçewaney ekird. bîwtaye: biço bo cût, ne’eçû. bîwtaye: meço bo aş, eçû. bîwtaye: nan bixo, ew ney’exward. be kurtî herçî butaye ew way ne’ekird. bem core kunawe cergî kirdibû.

řojêk barê ardyan nabû le gwêdrêjêk û le aş hatbûnewe geyştine naw awekey «bwarepan». bareke lar bûbowe, wext bû bikewête aweke, bawkeke tozê dûr bû le barekewe, řoḧî çû. (le diłî xoya witî) eger êste ełêm bem hetîwe bareke řast kewe ba nekewête awekewe, etirsim biçê bîxate awekewe. le dûrewe bangî kird: «a řołe! pałê bew barewe binê ba be tewawî lar bêtewe û bikewête naw awekewe».

kuře witî: «babe be xwa ta êste gelê bêqseyîm kirdûyt, îtir xwa ẍezebim lê egrê, wełła em care be gwêt ekem û le qiset dernaçim». pałêkî na be barekewe ta bawkî witî kuře nekey, hetîw bare’ardî xiste awekewe.