şêx babe ’elî tekyeyî û mela ḧusênî pîskendî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  547 Dîtin

şêx babe ’elî tekyeyî û mela ḧusênî pîskendî û mela ’ezîzî miftî silêmanî, eçne kerkûk bo dîdenî «seyd eḧmedî xaneqa». nizîkey ḧefteyek lay seyd emênnewe; seyd xizmetêkî başyan eka. ew řoje ke eyanewê bigeřênewe, seyd temêy xizmetkarekey eka, ełê: bo qawełtî ke nan dirust kira, le pêşewe tenha çêştê bênin û îtir dest le hîç meden, her wext pêm witin ew wexte nanî tewaw danên.

ekewête qawełtî, nan dêt, bełam her taqe çêştêke, ewîş kûlekeye! babe ’elî gelê çaweřê eka hîçî tir dyar nîye. ewa dîwexanîş piře, řû ekate mela ḧusên ełê: «mela ḧusên! seyd ta êre başî hênabû, bełam lêreda gûy tê kird!» seyd eḧmed û mecils hemû dest eken be pêkenîn û înca nanî tewaw da’enên.