bazirganêkî dewłemend hetîwêkî řeşî zor...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  626 Dîtin

bazirganêkî dewłemend hetîwêkî řeşî zor naşîrînî hebû, řojêk be hetîwekey wit: to le ḧucre danîşe, min eřom heta nîweřo îşim heye. eger yekêk hat bo kutałkiřîn bifroşe; bełam agat lê bê min çilonim firoştuwe, toş way bifroşe; be herzan le destit derneyenin. hetîweke witî: beser çaw. kabray bazirgan çû be şwên îşekey xoyewe. yekêk hat çît bikřê, ew çîte gezî be çwar qiřan bû, hetîwe daye be dû qiřan! ke xełkeke zanyan awaye le hetîwe ko bûnewe be nîweqîmet û çwaryekeqîmet gelê kutałyan lê kiřî!

wextî ’esir bazirganeke hatewe bo dûkan, temaşay kird layekî dûkanekey çoł buwe. pirsî: hetîwe! kwa, em kutałane çî lê hatuwe? hetîwe witî: aẍam hemûm firoşt û ewe parekeyetî. aẍa temaşay kird hetîwe hemûy be tałan dawe! her hełsa kutekêkî girt be destewe gelêkî le hetîwe řeşeke da.

înca hendêk temaşay defterî kird û dwayî serî hełbiřî řûy kirde hetîwe, çawî pê kewt wa egrî firmêskî çawî û çiłmî lûtî û lîkî demî têkeław bûn, zor naşîrîn hate ber çawî, be dest xoy nebû bem dîmene naşîrîne pêkenî. hetîwe witî: «a! aẍam êste ke le qazancî xoy têgeyştuwe, înca le xoşyana pê ekenê».