se’dî (şa’îrî şîraz) ḧekayetêk egêřêtewe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  597 Dîtin

se’dî (şa’îrî şîraz) ḧekayetêk egêřêtewe, ełên karesateke le kurdewarî buwe, ełê:

«kuře dewłemendêk û kuře hejarêk çûne ser qebran bo ser gořî bawkyan. gořekanyan nizîkî yek bûn. gořî dewłemendeke be berd û be xişt û geç hełbestirabû, cwan řazênrabowe; hî hejareke legeł erzeke yek bû. kuřekan ekewne qisekirdin. axrî kuředewłemend witî: «temaşa ke gořî bawkim çend cwan hełbestirawe! gořî bawkî to xołîşî be serewe nemawe». kuře hejarekeş witî: «quř beser xot û eqiłit! katê ke pêyan witin hestin biçin bo beheşt, (bawkî to) heta le jêr ew hemû berd û xişte be nîxenîx dête derewe, bawkim çwar koşk le beheşta boxoy dagîr eka!»