sałêk fetaḧî baramî hemewen řawřûtî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  597 Dîtin

sałêk fetaḧî baramî hemewen řawřûtî ekird, řojêk le dewrî qeredax cûlekeyek řût ekatewe. cuwe małî ’etarîy zorî pê ebê û sabûnî bonxuşîş lenaw şitumekekanya ebê. wityan fetaḧî baram řoyşit; le dway çareke se’atê be ẍar hatewe bangî cûlekey kird, witî: «cuwe! mindałî wirdim heye; we kelam bew bone xoşe mindałêkim şitêkî lê bê, be řeçełekta eçme xwarewe». cuwekeş eyut: «qurban be ḧezretî mûsa û miḧemmed! hîç zyanî nabê, metirse!»