lew kurdewarîye melayekî çak le dêyek...
lew kurdewarîye melayekî çak le dêyek bû, řojêk kolke melayek çuwe dêyeke û witî: xełkîne! min melayekî çakim û ebim be melatan. ewanîş wityan: melay xoman çake û melaman nawê. ewîş witî: melakey êwe her mela nîye leçaw mina. melay gundekeş lewê bû; lem qiseye tûře bû, witî: to çon ełêy be min melayekî çak nîm. emîş witî: babe emey pê nawê, werin taqîman bikenewe. ême êste herdûkman «mar» enûsîn, her kamêkman çakman nûsî, ewe eweman melayekî çake! mela çakekeş witî: başe.
hênay leser kaẍezêk wişey «mar»y nûsî. kolkemelakeş xetêkî pêçełpûçî nûsî. řûy kirde xełkeke, witî: xełkîne! werin êwe û xwatan, seyr ken bizanin emane kamyan marin? xełkekeş ke seyryan kird, wityan: wełła babe mar ewete, to nûsîwte; dyare em melayey ême ta êste destî êmey biřîwe û hîç mela nîye. melay henasesardîş herçend hawarî kird ke mar eweye min nûsîwme, kełkêkî nedaye û deryan peřand.