mela meḧmûdî baneyî kwêrêkî çetewłî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  574 Dîtin

mela meḧmûy baneyî kwêrêkî çetewłî lûtzilî kuncî naşîrînî çawbequłaçû bû, řîşêkî tełetełe sipî pêwe bû, kiławêkî qûçî besera bû, mêzerêkî sipî le çiłka daweşawî ebest be dewrîyewe. dardestêkî girê girêyawî be destewe (baqłêkim «pełk» bû). ca em mela meḧmuwe şay êran (nasredîn şa) sałî çwarde timenî bo biřîbowe, ebuwaye le banewe biçuwaye bo taran bo wergirtinî em sałaneye! eyut: ta eçûm û ehatmewe heşt mangim pê eçû. řastîşî ekird; çunke ew serdeme wetir û şite nebû.

witî: «carêkyan ke geyştime naw şarî taran, be naw bazařa tê’epeřîm, bo małî paşa eçûm. seyrim kird leser dûkanekanewe hemû wityan: «’umerî, ’umerî!» hîç dengim nekird, xêr pêyan lê hełbiřî destyan kird be cinêwdan be ḧezretî ’umer. zorim pê naxoş bû, xomim girt, destim kird be cinêwdan bewan. temaşam kird ewan cinêw eden, minîş bem cinêwane ke eyandem hîç diłim aw naxwatewe. çarim nema; minîş destim kird be cinêwdan be ḧezretî ’elî! be me tozê kułî diłim damird, bełam her ewende xoş bû cinêw le demim hate derewe, bom dapeřîne xwarewe leser dûkanekan, her ewendeyan tê hełdam kiław û mêzer û piştênekem êsteyş nazanim kewtine kwêwe! bedem têhełdanewe be her pelepřûzeyek bû, serim kird be kunî małî paşada -mebestî bem qisane baregay padşahî bû- witî lewê kurdî pyawmaqułî sineyî hebûn, eger ewan řizgaryan nekirdimaye, carêkî tir êwe em mela meḧmuwetan ne’edîyewe».