pyawêk hebû le silêmanî dûkanî bazirganî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  765 Dîtin

pyawêk hebû le silêmanî dûkanî bazirganî hebû le xanî ḧacî aẍa fetḧułła, dûkanî ḧacî feqêş beramber dûkanekey ew bû. le beyanîyewe ta êware leser ew dûkane da’enîşt, her biřnutî heł’emjî. sereřay eweş mişterîyekanî ḧacî êqyan edayewe, eçûn leser dûkanekey ew da’enîştin! ca lêyan pirsî: ha, xałe! dinya le çîyaye? ewîş eyut: «le çîyaye? sibeynê xwa her xoy emênê û ḧacî feqê».