dû kabray kurd hebûn yekêkyan xelîlî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  542 Dîtin

dû kabray kurd hebûn yekêkyan xelîlî naw bû, yekêkyan celîl. be řêbwarî be deştêka eřoyştin; seryan lê têk çû, le dûrewe řeşmałêkî ’erebyan berçaw kewt. xelîl be celîlî wit: to lêre řaweste ta min biçim bizanim çîye? lêy da řoyşit. lew kateda ke serî kird be dewarekeda, kabray ’erebî xanexoy dewrîyekî qawtî biray leber dema bû, legeł jinekeya eyanxiward. ke çawî bem kabray mîwane kewt, be jinekey wit: «xillî cwe» yanî bîbere jûrew (wate bîşarewe). xelîl ke gwêy lem qiseye bû, awřî dayewe destî le hawřêkey hełtekand û bangî kird: «ho, celîl celîl! pyaweke îjê xelîl bêje be celîlîş ba bêt, desa bê bê».