kabrayek sałêk le nexoşîyewe şêt bibû ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  583 Dîtin

kabrayek sałêk le nexoşîyewe şêt bibû birdibûyane małî şêx babe ’elî suse du’ay bo bikat, malî babe ’elî bałexaneyekyan hebû şêteke lewêda bû, mindałe wirdike le kołanewe fîkeyan lê ekird, kabra ewendey tir şêt bibû heł’epeřî û cinêwî eda. babe ’elîş destî daye darêk û mindałe wirdekanî lê dûr xistewe. tozêkî pêçû şête serî nabuwe pencerekewe bangî ekird: mindałgel bênewe, bênewe! babe ’elî witî: xizme be hezar ḧał dûrim xistûnetewe keçî êsta to xot bangyan ekey?! kabray şête witî: tuxwa waz bêne, be xwa dinya bebê qinge geme naxoşe!