kabrayekî kurd nwêjî nîweřo bû çuwe ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  802 Dîtin

kabrayekî kurd nwêjî nîweřo bû çuwe mizgewtêkewe nwêjî dabest û witî: nîyetme heşt řikat nwêjî em nîweřoye ekem bo xwa! melay mizgewteke lewê bû, gwêy lê bû, dengî nekird heta kabra nwêjekey tewaw kird, paşan pêy wit: bawkim nwêjî nîweřo çwar řikate, to boçî ełêy heşt řikat? heste nwêjeket bikerewe. kabraş ełê: mamosta! wa mezane eykemewe. min heşt řikatim kirduwe, xwa tê kewê çwarî xasî lê hełbijêrê bo xoy û çware xirawekey bidatewe be ser xoma!