mela ḧememînî baramawayî hebû îcazey ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  572 Dîtin

mela ḧememînî baramawayî hebû, îcazey wergirt û çuwewe bo małî xoyan, zorî pêneçû geřayewe bo naw feqêyan. lêyan pirsî: mela ḧememîn boçî hatîyewe? witî: kuře! min çûm mêzerêkim leser na û ’ebayekim leber kird, danîştim le dêyekey xoman bew nyazey ke bibim be qazî, keçî eger yekêk bihataye pirsyarêkî lê bikirdimaye, amey daykim û xecey xuşkim lew lawe heryeke bo xoyan qazîyek bûn, ber minyan ne’exist ke wełameke bidemewe, naçar derim nebird û derpeřîm!