lew wiłatî alane - wiłatî qaremanan - kar...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 21 Xulek  770 Dîtin

lew wiłatî alane - wiłatî qaremanan - karesatêkî zor seyr lew çend sałaney řaburduweda řûy dabû, yekêk lewane karesate tirsênerekey besê, ew karesatey ke êstaş demawdem eygêřnewe û cergî bê tirs û dawêne pakekey besê wekû nimûne pîşan eden. ḧeyfe xwêndewaranî em řişteye lew zincîre qaremanîyey besê bê’aga bin!

besê, kiçêkî cwankîley naskołe bû, be çend sałêkî kem le birakey biçûktir bû, mindałêk le małyan hebû ewîş her le temenî emana bû. em mindałe kuřî pyawêkî hejarî dirawsêy małî bawkî besê bû, bawkî em kuře, sepanî eman bû, legeł em besêye hogrî yek bibûn, hogrêkî weha ke kes cyay ne’ekirdewe ew mindałe biray besê û birakey nîye, şew û řoj le deşt û mała emane her pêkewe bûn, her pêkîşewe gewre bûn.

ḧemedê biray besê bû, bû be pyawêk lew naweda nawî derkird, besê le ḧemedê le şoxuşengîda gelê zyatir nawî derkirdibû, wekû eygêřnewe besê eger mêwje řeşekey bixiwardaye le say gerdinyewe dyar bû, kuřey kuře sepanîş ke kuřî mał bû, ewîş gewre bibû, bû be pyawêk tumes le diła diłî çuwe le besê û naşwêrê bîdirkênê! řojgar hênay û birdî, dawakerî besê zor bû, le axra bawkî besê legeł kuřêkî sipyareyîda řê kewt û be ḧesb û řezay besê, besê dira bew kuře û şayî û zemawend kira. besê gwêzrayewe bo kuře le sipyare.

kuřey kuře sepan, ewa besê lêy dûr ekewêtewe nazanê çi bika! hênay pîlanêkî way xiste kar ke legeł besê biçê bo sipyare, małî bawkî besê em kuřeyan her be biray besê danawe, wekû besê çon seyrî ḧemedêy biray kirduwe, her bew coreş seyrî em kuřey kirduwe. hemûyan qiseyan hate ser ewe ke em kuře legeł besêda biřwa û besê eçê bo wiłatêkî ẍerîbî ba birayekî xoy legeł bê, besê diłî pê bikirêtewe.

tedareyekî gêřa û sipyareyî hatin bûkî xoyan gwêstewe û bawkî besê kuřey legeł besêda be nawî birayewe nard. besê le małî mêrda zor be ḧurmet û be çawêkî berzewe seyr ekira, besêş legeł mêrdî xoya be tewawî řêk kewt. maweyekî pêçû bawexun kirayewe û geřanewe małî mêrdî xoy. małî bawkîş çûn seryan lê da û ewanîş geřanewe małî xoyan. lem maweyeşda kuřey kuře sepan, le wiłatî sipyare hemû kes her be biray besêy ezanî û hîç şerim û şikofêk lebeyna nebû.

sałêk be ser bûk û zawada têpeřî û besê kuřêkî bû. lem maweyeda besê car car her hatuçoy małî bawkî ekirdewe. ke bû be xawen mindał le layekewe erkî mał û le layekewe erkî mindał, îtir ewende pêy ne’ekira biçêtewe bo małî bawkî, beser mindałbûnekeşya sałêk têpeřî û kuřekey her wa kewte gagołkî û demdemî daredare, kuřî çî kuř le besê bibû etut henare!

maweyek bû besê neçûbowe bo małî bawkî, ełhay zor ekird, małe xezûranîş leber îş û karî ladê pêyan ne’ekira legeł besê biçin û bîbenewe bo serdanî małî bawkî. be îmřoj û sibey çend řojêk dwayan xist, paşan wityan emey pênawê ewa biray xoy legełe ba ew bîbatewe, çend řojêk le małî bawkî emênêtewe, ew wexte eger ême pêman kira eçîn eyhênînewe, eger pêşman nekira ewa her kuře eyhênêtewe.

besê tedarekî xoy girt û korpey xoy girte baweş û kuřyan xiste tekî û lêyan da řoyştin. besê ew řêgey çend car pya hatbû şareza bû, bew řêgeyeda çûn. maweyekî baş řoyştin, kuřey kuře sepan witî: ew řêgeye dûre min řêgeyekî tir pê ezanim ba bewêda biçîn. kiçe witî: başe biram be kwêda ełêy ba biçîn. kiçe seyr eka řêgekeyan he řuwew hełdêr û tûş eřwa! witî: biram wa dyare zor tûş û naxoşe boç lêrewe hatîn? kuřeş eyut: qeydî nîye em řêgeye nizîktire! her řoyştin û negeştine şwênêk, şewyan besera hat, be şaxekeda serewjûr ebûnewe, dinya zor tarîk bû, tarîkîyêkî weha perdeyekî besam kişabû beser ew şax û çyayeda! dinyaş gyařeşî behar bû, le layekewe kişumatî tenha dengî nihênîy kirdigar nebê hîçî tir ne’egeyşte ew şwêne! kiçe zor etirsa, kuřeş diłî edayewe, şew direng kewt û kewtine nawendî şaxekewe, eşkewtêk lewêda bû, kuře witî: ba îmşew lem eşkewteda sitar bigrîn beyanî eřoyn. kiçe witî başe bira, řastî minîş zor hîlak bûm.

çûne eşkewtekewe, besê korpekey be baweşeweye xewî lêkewtuwe, bełam samêkî tir xoy da beser eşkewtekeda! besê lewane bû zîře bika û hîç deretanêkîşî nîye tenha ewe nebê ke birayekî xoy lelaye, bełê řaste biray bawik û daykî nebû, bełam birayek bû ke le bêşkey mindałîyewe pêkewe gewre bibûn ta geyştibûne em kate, betaybetî lem wexteda û lem şwêne dûr le awedanî û nizîk le hemû samêk besê kuřey belawe gelê le ḧemedî biray le pêştir ezanî bo xoy! kuřeş lew wexteda hesta tozê darî ko kirdewe û agirêkî kirdewe û danîşt û řûy kirde besê û witî: besê demê sałe biłêsey agirî ew řûmetet ke êsta lem agire zyatir edrewşêtewe le diłma kiłpey senduwe û nemtiwanîwe derî biřim, êsta ew wexteye ke ew agire be awî dirustibûnit legełma bikujênmewe û ebê diłî xotim bideytê!

besê ke gwêy lem qiseye bû, wirde tezûyêk le tewqe seryewe destî pêkird ta geyşte kełemustî pêy! wekû lew ser şaxe berze fiřêy dene xwarewe heprûn be heprûn bibê way beser hat û tif le demya wişk bû, zimanî bestira! kuře dîsan hatewe qise û witî: besê! wextî bêqseyî nîye, agirî diłî min le bêqseyîy to gelê behêztire! înca besê hate ziman û witî: ewe to ełêy çî?! ewe toy qise ekey? ya min xewêkî şipirzeye eybînim û gwêm le qiseyekî naxoşewe ebê le birayekî xomewe? kuře witî: besê wextim le dest der meke, demê sałe be şwên em wexteda esûřêmewe, le asman boy egeřam ewe êsta lêre be’asanî destim kewt!

besê witî: biram le řojêkewe ke mindałî derudeşt bûyn ta em wexte min tom be biray xom zanîwe, newek min hemû kes toyan be biray min zanîwe, êsta ’acbatîyekem her leweye ke çon le řût hełdê em core qisane ekey? we çon ew naz û bexêwkirdiney małî bawkî minit le fîkir çuwewe ke êsta destî xyanet bo małî bawkî min dirêj ekey? we çon etwanî xyanet le emanet bikey? minyan dawete dest to be emanet, xwa řeway heqî nîye hoşî bênewe be ber xota û bizane be dem xewewe qise ekey? ya be’agay? eger be dem xewewe qise ekey ba xeberit bênmewe ew wexte bizane ebî be tinokê aw û eçî be ’erzekeda yan ne’?

kuře witî: besê! em qisane be gwêçkey min aşna nabin û leser em qisane meřo, diłî xotim edeytê başe, namdeytê ewa xencer be berokeweye û - newî le xencerekey û řaykêşa - bem xencere arezûy diłî xomit lê wer’egirim! besê, ke zanî waye, destî kird be giryan û kewte pařanewe, witî: biram swêndit edem bew nan û nimekey ke lebeynî min û to û bawkî mina heye, lem fîkire waz bêne û namûsî em xoşkey xot meşkêne û xwa řeway heqî nîye le kełkî şeytan were xwarewe.

hetîwe, ke zanî bem core şitane îşî bo naçête ser, pelamarî korpekey da û le baweşî besêy fiřand û witî: besê! diłî xotim edeytê başe egîna êsta leber çawtewe em korpeyet parçe parçe ekem! besê ke zanî hetîwe çawî sûr buwe û xencerî řûtî be destewe girtuwe û bew core korpekeşî le baweş fiřand, witî: hey nimek be ḧeramî xwanenasî bê derfetî bêderetan, bewe emtirsênî?! bew xwayey ke êsta wa lem şwêne çołeda gwêy le kesasîy mine, newek be mindał bełkû xom û mindałim parçe parçe bikey dest bo namûsî min dirêj nakey.

hetîwe, ke emey zanî şaxî harî û şêtyetî betewawî leser seryewe derçû û bebê hêł û gifit pelamarî ew korpe nazdarey da ke etut berxî sawaye û nûstuwe, xencerî naye ser milî ta besê witî: hetîw çî ekey?! hetîweş serî ew mindałe bêtawaney leber çawî ew dayke cergisûtawî řojî řeşewe le leşekey cya kirdewe û witî: besê awat lê ekem! boç her wa wazit lê dênim? ke wate diłî xotim biderê ba leme xiraptirîş nebînît!

besê witî: çît le dest hat kirdit û perdey cergimit biřî, îtir çî ekey? qise yeke û nebuwe be dû, to tuxnî namûsî min nakewî! her lem kateda hetîwe be xencere berbuwe leşî mindałeke û dest û qaçîşî lêk kirdewe! înca bew xencere řûte xwênawîyewe pelamarî besê xoy da. witî: besê ewe xeyałe to kirdûte ya ebê em xencerem lê werbigrî ya ebê diłî xotim bideytê, řizgar bûnit nîye, emey wit û xencerî leser singî besê tund kird! besê îtir hîç çarêkî nema, tenha ew henase hełkiřûzawey nebê ke řûbeřûy asmanî kirdewe bo ewey destêkî nihênî leser parastinî namûsî îşêkî bo bika.

em henaseyey řûbeřûy asman kirdewe û pelamarî meçekî hetîwey da, meçekî hat be destewe, hêzêkî nihênî karî kirde besê, şêrane û merdane xencerî le mistî hetîwe hełpiřukand û leser singî hetîwey dana, ta hetîw witî: çî ekey besê? xencerî le leşî hetîwe da dîweder kird û derîhênayewe û dîsan awqey ser diłî kird û xwên fîçqey kird û hetîw xaw bowe û lewê laşeyekî pîsî bêgyan kewt!

besê hesta çuwewe ewla, dest û qaçî biřawî korpekey ko kirdewe û leber demî xoy dayna, le layekewe em dîmene, le layekewe dîmenî kujrawî hetîweke, le layekîşewe dinyay be samî ew eşkewt û şaxudaxe, besêyan lem ’alemewe xistibuwe ’alemêkî tir û kewte deryay xeyałî ew řoje tarîkewe, ke be serî hat, besê lenaw şepolî em deryayeda a bew core niqum buwe, niqum bê!

bełê herçende gyařeşî behare, bełam ewete xot eyzanî ew wiłatî kurdewarîye betaybetî wiłatî alan kwêstane û beharî şwênan lewê zistane! dinya şew bû, paş xêł xewtinan û kuř û kał le dîwexanî memend aẍada le awayîy girgaşê, danîştibûn le her bazařêk qiseyek ekira û le her dastanêk zimanêk egîra! giřgiř bas hate ser basî azayî û netirsî, her yeke le ’astî xoyewe xoy be şitêk ezanî, kes ney’ewt min hîç nîm! lem bazaředa em qiseye germ bû, her yeke destî kird be gêřanewey beserhatî xoy û xoy pêwe heł’ekêşa. beřastî ew řojeş řojî dest û tifeng û dił û cerg bû, ne dinya wekû êsta gořaw bû, ne azayî wekû êsta bednaw bibû! êsta şêr be gwê bigre, eger dirawit nebû pêt ełên ewe şêt buwe!

memend aẍa, le serûy dîwexanekewe danîştibû, witî: kuřîne emey pênawê kê le êwe etwanê êsta biçête eşkewtî seraşan û bêtewe, emeye pyawetî û azayî bizanim kê le destî dêt? perdeyekî bêdengî kişa beser dîwexanekeda û kes wirtey lêwe nehat! xełkeke em seyrî ewî ekird û ew seyrî ew, kesyan neyantiwanî dû lêwyan bibzunewe! memend aẍa hatewe qise û witî: kuřîne carêkî tir ke nekewne qise kirdin û xohełkêşan, ewa min leser girew eykem, be goře babim herkes îmşew biçête eşkewtî seraşan em destesře lewê danêt û bêtewe - destî bird destesřekey le berokî derhêna û dayna - estêłî kiçmî lê mare ekem û eykem be kuřî xom, desa bizanim kêtan em azayîye eken û em girewe ebenewe? dîsan kes nehate ziman û kesêk nebû be xoya řabpermiwê! «memend aẍa» witî: carêkî ke kes qise neka û minîş bom derkewt ke pyawêkim nîye le wextî tenganeda piştî pê bibestim! ke aẍa le qisekanî buwewe, ḧemedê hestaye serpê û witî: xułamî serî aẍam û çû destî maç kird. aẍa destî bird destesřekey daye û witî: lem dîwexane hełnastîn ta dêytewe!

ḧemedê destesřî hełgirt û hate derewe! ke seyrî kird dinyayekî tarîke û çaw çaw nabînê, nimenmeş baran dête xwarewe, herçende behare, bełam zor sardîşe, lewaneye canewer û pelewer heryeke le kulane û hêlaney xoyana le tirsî serma û le tirsî samî ew şewe, cûtyan newêrin qise legeł cûtyan biken! be diłêkî qaymtir le diłî şêr, çakî kird be lada û beřê kewt řuwew eşkewtî seraşan, ew eşkewtey ke tapoyekî samnakî û derdedarîye û em ne agay lewe, ne agay le karesatî nahencamî ew şewe şûmeye!

beřê kewt û wekû bay seřseř řêge hełdêr û tûşekey ebřî. em lem lawe řêgey ebřî, memend aẍa û danîştuwanî dîwexanîş be pence kirçekirçî sûřanewey çerxî felekyan ebřî û çaweřêy hatnewey ḧemedêyan ekird!

ḧemedê, şîwekanî biřî û daye pê şax, bere bere lûtkekanîşî ebřî, heta nizîktir ebowe le eşkewtî serşan diłî zyatir destî ekird be tep û kut û lêdan! carcarîş be xoy ewt: dek ḧemedê henawit biřê, ewe etirsî?

dinya zor tarîk bû, çawî tenha tarîkî nebê hîçî tirî ne’ebînî. ne dengêk le dengidarewe ehat, ne xişeyek le canewerî beharewe! perdeyekî kişumatî û samnakî lûtî be ser şax û çyakana dajendibû, ewa eyzanî řuwe û eşkewtî seraşan eřwa, bełam leber tarîkî ney’ezanî kame kunekeyetî, karî şarezayî řast bê ke destî ḧemedî egirt û řûbeřûy kuneke řay’ekêşa!

ḧemedê tengî be eşkewt hełî û way lê hat ke lewane bû tarmayîy kuneke bedî bika û biçê destesřî muradî lê danê û bigeřêtewe, kitupiř le nakaw ew şepolî dinyay samnakeda tirpeyek leber demîyewe hat û şitêkî bo hawêjra û day le leşî!

ḧemedê bendî cigerî kewte xwarewe û her le şwênekey xoy wişk bû, tasêk birdîyewe! ejnoy hêzî tya nema, ne emete bo pêşewe biřwa, ne emete bitwanê berew dwa bigeřêtewe. her ewendey pê kira le şwênekey xoy dabnîşê, lew kateda ke danîşt destî kewt lew şite ke boy hawêjra, ke hełîgirt û bedest taqî kirdewe seyrî kird eme qołî însane û hîy mindałîşe!

betewawî ewendey tir wirey berda û ewî hêzî bê tya nema, tenanet zimanîşî le geřan westa! ewî le hemû leşya be’aga bû, beserya hat û kewte şepolî xeyałewe, ke eme çî bû? çi karesatê bû be serya hat û kewt çi şwênêkewe ke hawřaz lêreda tenha sam û tirse!

bem xeyałewe tilayewe û paş tozêk řûy kirde xoy witî: dek ḧemedê! ’emirit nemênê! xo to îd’ay kełemêrdît ekird, ewe boç wat lê hat? kwa azayî û biřebřeket? boç net’ezanî dinya hemû katêkî şêneyî û dîwexanekey memend aẍa nîye? de bîxo ewe derdit bê hey kełemêrdî serî balîfan!

ke lem řaz û nyaze bowe seyrî kird wa hêzêkî hatewe be bera û wirde wirde sam û tirs řewî kird û hestayewe serpê, destî leser xencerekey dana û be diłêkî gelê le heweł qaymtirewe destî kirdewe be řoyştin, her bo berdemî eşkewtî seraşan.

çend hengawêkî tir řoyşit, seyrî kird şitêkî tirî bo hawêjra û dira leser singî! ke danewyewe hełî girt dinyaş tarîke - û taqî kirdewe temaşa eka eme qaçî mindałêkî biřrawe! dîsan zor tirs barî kird, qaçekeşî hełgirt û înca bangî kird: ey ew kesey lew eşkewteyt! dêwî, dirincî, çît, deng bike, serêke û hênawme naybemewe, ya emete wekû xawenî em dest û qaçem lê dê, ya emete to wat lê dê, kewate merdane were meydanewe. ke ḧemedê emey ewt: dengekey le toy ew tarîkîy şeweda lebeynî şaxekanewe dengî edayewe. kitupiř dengêkî naskî besoz lenaw eşkewtekewe hate gwêy, witî: ay kake gyan! ne dêwe û ne dirince, besêy xuşkî çareřeşî henasesardite, wa lêre kewtuwe! ewe to firîştey asman bûy? ya ḧemedê? biray besê bûy lem wexteda geyştî? we dengeke îtir nema! qiseyekî kurdî heye ełê: heter meter, em lew beter! ḧemedêy çî? besêy xuşkit çî? eme çîye? eme çi karesatêke? eme xewe ḧemedê eybînê, ya caduwe û gwêçkey eziringênêtewe? ew boçî hatuwe û çî bergiwêy ekewê?!

le řastîda kewtewe naw deryay xeyał, bełam tirs le diłî ḧemedêyda nemawe, her ewende nebê ke eme çi wirde şepolêke beser perdey gwêçkeya eřwa!

tozêkî zor kem westa û xencere řûtekey girt be destêkyewe û dest û qaçe biřawekeşî kird be ber piştênekeya û be ḧepesawî û serasîmewe xoy kird be kunî eşkewtekeda û çuwe jûrewe. sereta çawî be jîlemoy agirêk kewt, ke hendê sere bizutî be serewe mawe û wirde wirde esûtê. be tenîşt agirekewe afretêk bebê hoş leser la kewtuwe! letenîşt afretekeşewe leşî mindałêkî parçeparçekiraw têkeławî xołeke buwe, lewberî agirekeşewe zelamêk xencer leser diłî dirawe, kujrawe û hêşta her xwênî lê dê û hendê le demarî leşî ebziwêtewe, wa dyare axru’oxrî gyan derçûnyetî!

em dîmene nahemware lem şwêne dûr le awedanîyeda betewawî ḧemedêy xiste ’alemêkî tirewe. eme çîye? eme çi karesatêke?! wirde wirde çû belay afretekewe be hoy řûnakîy agirekewe, ke cwan seyrî kird temaşa eka řaste eme besêy xuşkyetî û bebê hoş kewtuwe! çû serî berz kirdewe û leser řanî xoy dayna û destî hêna be řûmetya û qije bizřikaw û xoławîyekey lada û bangî kird, besê, besê! besê hîç dengî nîye. hendêkî tir şan û milî şêla û bangî kirdewe besê! besê çawî berz kirdewe û yekem çaw çawî be ḧemedê kewt! dû tinok firmêsk le çawî hat, witî: kake gyan ewe toyt wa serî besêy xuşkî çareřeşt xistote ser řanit?! emey wit û bêhoş kewtewe! ḧemedê leber xuşkî nayperjê seyrî şitî tir bika û bizanê çîye. dîsan kewtewe teqaladan bo behoş hênanewey besê. be her cor bû hênayewe hoş xoy û witî: besê! têm bigeyene çîye û em karesate çîye? şêt bûm! lem wexteda çî ekey lem şwêne û em termane çîn û em řoje çîye min berçawim ekewê? besê têm bigeyene besê!

besê serî berz kirdewe, witî: kake seyrî termî ew zelame bike bizane eynasî? ḧemedê çû lûtî şoř kirdewe be ser termekeda û betewawî waqî wiřma û serî pencey şayetmanî kird be demî xoya û be sersamîyewe her zyatir seyrî ekird. paşan witî: besê eme kuřî sepanekey xomane, ke be mindałî pêkewe bûyn, ay piştî şikawim, eme bo kujrawe?! besê min û to birayekman ledest derçû. emey wit û herdû çawî piř bû le aw!

besê witî: kake megrî, inca were bot bigêřmewe, destî pêkird lew wextewey ke le awayîy sipyare derçûbûn ta em wexte hemûy bo gêřayewe û destî bird leşî korpe serbiřawe xoławîyekey hêna û nûsandî be singyewe û daye piřmey giryan!

ḧemedê ke le karesat û le nimekbeḧeramî hetîwe têgeyşit, her ewey bo mayewe be tîley çawêkî piř le xeşmewe seyrêkî termî hetîwey kird û destî daye xencerekey, bełam paşan kirdyewe be kêlanekeya çunke hetîwe kujrabû taze xencerî çî lê bida?! înca witî: besê têgeyştim tenha ewe mawe têm bigeyenî ke min nizîkî eşkewteke bûmewe, em dest û qaçî mindałe biřawe çî bû bom ehat?

besê witî: kake, dinya ke wekû eyzanî zor tarîk bû, minîş çaweřêy derûyekî řeḧmet bûm ke lem gêjawî meynete řizgarim bibê. kitupiř le dûrewe tarmayîyekim berçaw kewt, ke řûbeřûy eşkewteke hat, her ewende bû tarmayî bû ebzûtewe, îtir nem’ezanî çîye! witim hebê û nebê lem nîweşeweda û lem şwêne çołeda eme diřindeye, bonî xwênî kirduwe û be bonekewe dêt. minîş hîçim pênema ewe nebê ke witim ba destêkî mindałekey bo fiřê bidem ta ew exwa û bewewe xerîk ebê, bełkû xuda dewrêk bikatewe, ewe bû tarmayîyeke paş beynêk dîsan destî kirdewe be hatin, emca qaçêkî mindałekem bo fiřê da, bełam betewawî danî jyanim dakend û îtir hîç hîwayekim nema. paş ewe, ewe bû to hatîte deng, dengeketim nasî û wekû firîştey řeḧmet geyştî be serma.

ḧemedêş wirde wirde bewpeřî sersamîyewe gwêy bo em qisane řagirtibû, le layekewe le çerxî řojgar û le layekewe le azayîy em xuşke û qaremanîyekey her wa tif le demya wişk bibû! paş emane nawçewanî xuşkî xoy maç kird û firmêskekanî siřîyewe û witî: xuşkim ba biřoyn wirde parçey termî mindałekeyan kokirdewe, xistyane çarokeyekewe. ḧemedê day be şanya û destesřekey lewê dana û geřanewe řuwew awayîy girgaşê. ḧemedê besêy xuşkî birdewe bo małewe û xoy çû bo dîwexanî mîr (dîwexanî memend aẍa), temaşay kird dîwexan hêşta têk neçuwe û xełkeke le germey qisedan. yekê ełê: ḧemedê serî tyaçû. yekê ełê: eşkewtî serşan le bawan û bapîrman bîstuwe xêwî heye. ḧemedê destî xêw karî têkird û taze ême çawman be ḧemedêy zîndû nakewêtewe. ewa le keyewe ha řoyştuwe boç dyar nebû ewa beyane! her yeke qiseyek eken û memend aẍaş pejare daygirtuwe ke bû be hoy tyaçûnî ḧemedê.

lem kateda ḧemedê kirdî be jûra û witî: xułamî serî aẍame û çû destî memend aẍay maç kird, xełkeke ke çawyan be ḧemedê kewtewe, be carê geşanewe, bełam ḧemedê řeng le řûya nemawe! aẍa lêy pirsî, ḧemedê çi base qise bike?! ḧemedê ewî çawî pêkewt û beser xoy û xuşkî hatbû, hemûy gêřayewe. mîr û ehlî dîwexan lem karesate tirsênere û lem řêkewte seyre, hemû be carê kewtine deryay sersamîyewe!

beyanî mîr xoy û çend swarêk çûne eşkewteke, seyryan kird termî hetîweke lewê kewtuwe û destesřekeş lew lawe danrawe, hatnewe. pêş hemû şitêk mîr kiçekey xoy le ḧemedê mare kird û înca besêy hêna be çawêkî bawkanewe serî besêy maç kird û termî mindałekeyan naşt û gelê diłnewayîy besêy kird û witî: kiçim! mindał ebêtewe, bełam em qaremanîyey to serî hemû afretêkî berz kirdewe û layeqî be qaremanîy afretan!