kabrayekî řêbwar řêy kewte lay baxêkî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  584 Dîtin

kabrayekî řêbwar řêy kewte lay baxêkî hencîr û diłî lê çû, layda û destî kird be hencîr xwardin. zorî pê neçû pîrêjnêkî lew lawe lê peyda bû destî kird be cinêw pêdanî ke ew hencîre bo exwa? kuře hîç dengî nekird û her xerîkî hencîr xwardinî xoy bû. pîrêjin pêy lê hełbiřî, kuřeş îtir xoy pê řagîr nekira û witî: pîrêjne waz bêne řêbwarim, çwar hencîr exom û eřom. pîrêjin her wazî nehêna. înca kuře witî: pîrêjin ewende dirêjey mederê. desa şerit bê her lêt řast bibmewe, çend dan le demtaye ewendet egêm! de wazim lê bêne çwar hencîr exom û eřom.

pîrêjin emca zyatir germ bû! naçar kuře hestaye gyanî ewî pêy kira legełî kird û çuwewe gyan hencîr xwardinî! pîrêjin dîsan destî pêkirdewe witî: temaşa ke, temaşa ke! hencîranîş dexwa û diroyanîş deka, xo taqe didanêkî tirîşim lew binewe mawe!