melayek kabrayekî şwanî fêrî nwêj û fatîḧa ...
melayek kabrayekî şwanî fêrî nwêj û fatîḧe dekird. herçendî legeł xerîk bû hîç kełkî negirt û fêr nebû her řewanî ekird û zorî pêneçû le fîkirî eçowe.
řojêk mela witî: eme wa nabê, řûy kirde kabra û witî: xo to le meř û małat zor çak ezanî û ewanet le fîkir naçêtewe? witî: bełê. witî: ke wate çend meřêk bênere pêşewe, ta be hoy ewanewe her êsta fatîḧaket řewan key!
kabra çend meřêkî le řaneke cya kirdewe û mela çû milî meřêkî girt û witî: bawkim eme alْḧemْdi lîleّhî rebîّ alْعەالەمیینەErebî bê. meřêkî tirî hêna witî: eme alreḧmin alreḧîm bê. meřêkî tir witî: eme malkî yewm aldîn bê. bem core her ayetêkî kird be nawî meřêk û kabra zorî nexayand sûrey fatîḧay be puxtî řewan kird. mela witî: inca bom bixiwênewe bizanim çonît. boy xwêndewe zor tewaw bû. lepaş çend řujêkî tir mela witî: a were fatîḧakem bo bixiwênewe bizanim le fîkirit neçotewe? hat û destî pêkird: «alḧemd lîlّh rebّ al’alemîn, malk yewm aldّyin, sirat alّzîne ẍeyr almeẍzub ’eleyhimErebî amîn». mela witî: ewe to çî ełêy, ey ewanî tirî? witî: mamosta «alreḧmin alreḧîm» gurg xwardî. «ayak ne’bidu» beser berxekeyewe mird. «we ayak neste’în» kewte çałewe. «اەنعەمتە ’eleyhîm» xawenekey day be çerçî. «ûەلەاالزالین» mîwanman hat xom serim biřî! emeş ewanî tirî wa leber destitaye!