sałêk şitêk hebû pêyan ewt ḧizbî destûr ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  630 Dîtin

sałêk şitêk hebû pêyan ewt ḧizbî destûrî. em ḧizbe biřebřî bû, hendêk le wiłatî beẍdawe be keşufiş çûbûn bo ew wiłatî kurdewarîye bo ḧizb girtin! - eme leser qafyey derwêş girtin - emane geyştibûne ew wiłatî hełebceye.

lewê swargelêkî zor bem la û bew lay řêgeda hemû tifeng leşan westabûn bo pêşwazîkirdinî ḧizb gîrekan, ke eman be nawyana têpeřîn ewan le çepłeyan da boyan, ayî le çepłeyan da! xane beg hebû ke hawmałîy mela ḧesen nawgirdan bû, çûbûn le kořa bûn, eḧmedî yezdanbexşîş her lewêda bû, xane beg seyr eka eḧmed çepłe lê nada, ke şayîy dwayîy dê û swar biławey lê eka, xane beg eçête bin dest eḧmedewe û ełê: kuře xane beg! kuçkit lê newarê, şikatî çîm lê ekey? tifenge we destimewe û firya nekewtim bo çepłe kutan, em hewîre çîye eyşêlî? pyawî xas be waz bêne. xane begîş her eyut: we kelam nawê, toy her şikatit lê bikem, pyagî wa gewre têt to çepłey bo najenî? eḧmed her xêra tifengekey ekate milî û lew deşteda her eřwa û dest eka be çepłe lêdan û ełê: xane beg! ha ewe ewende çepłe binêre řîş bawkî pyageke ta le lûtî têtewe, hêşta dûzelekeyşî mage, îtir şikatî çîm lê ekey berdit lê newarê?