meḧmû paşa hendê parey lay ’ewła begî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  602 Dîtin

meḧmû paşa, hendê parey lay ’ewła begî şerefbeyanî bû, paşa bo kwêstan eçû, pyawêkî narde lay ’ewła beg bo pareke. ’ewła begîş be pyawekey wit: ’erzî paşa bike êsta parem le desta nîye, bexêr ke le kwêstan geřayewe û hatewe biney kanî çeqeł, ew wexte xom pareke dênmewe bo xizmetî!

kabra çuwewe qisekey bo paşa gêřayewe, paşa tozê tûře bû, řûy kirde ḧeme se’î beg fermûy: to biço pareke bênewe, minîş lew wexteda parem pêwîste. ḧeme se’î begîş leber ewe ke le xałwanewe xizmayetî legeł ’ewła bega hebû, eywîst îşêkî wa bika ke paşa em care waz bênê ta le kwêstan egeřêtewe, her wa xerîk bû qisey bo paşa ekird, ḧesen begî qadir begîş le dîwexan bû, ke gwêy le qisekanî ḧeme se’î beg bû řûy têkird û witî: ḧeme se’î! to çît dawe lem zirme zilêye? gû we řîş bawkî terefeynyan! paşa seyrêkî danîştuwekanî kird û zerdexeneyek girtî û îtir hîç dengî nekird!