kabrayek hebû mam nadrî naw bû zerdewałe ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  555 Dîtin

kabrayek hebû «mam nadir»y naw bû, zerdewałe pêy fêr bû, zû zû pêwey eda, her wextîş pêwey eda ta xoy pîs nekirdaye řizgarî ne’ebû! řujêk zerdewałeyek pêwey da, hîç dewa û derman û şexsêk nema be dwayda negeřên. mam nadir êsta û ewsayş xoy pîs ekird, axrî kuştî! xizim û xwa û derudrawsê û ’eşîret ko bûnewe û naştyan û paşan çûn serxoşyan le mał û mindałekey kird û wityan: xwa îmanî batê, ême hemû her ebê bimrîn! kuřêkî hebû witî: tu xwa xizmîne waz bênin îmanî çî? ew xwa tozê gûy nedaye, êsta îmanî le kwê edatê.