bêwejnêkî teřpîrî dewłemend cařî dabû ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  708 Dîtin

bêwejnêkî teřpîrî dewłemend, cařî dabû eger yekêk bêt be şewê çil daney legeł bika mêrdî pê eka. xo eger hat û yekêk çû çiley tewaw nekird sed lîrey lê estênê! bem core girewî legeł xełk ekird, xełkîş be temay samanekey eçûn û îşekeyan bo tewaw ne’ekira. qîř eygirtin, sed lîrekey lê esendin! bem core samanêkî zorî pêkewe nabû.

řojêk pyawêkî zirtebozî girdepyaw çû, witî: min hatûm bo em girewe. jine şwênî bo çak kird û destyan kird be îşî xêr kirdin. her daneyekyan ekird xetêkyan le dîwareke ekêşa. kabra ta de panzeyek řoyşit ha xerîke hîçî pê nemênê! sereřay emeş ke goşey çawî daye seyrî kird heta xetêk le serewe ekêşê jineke be dizîyewe le xwarewe xetêkî lê ekujênêtewe! kabra pêy zanî, witî: ewe to boç wa ekey û eykujênîtewe? jine witî: be ewende ayet û be ewende swênd hîçim lê nekujandotewe.

kabra seyrî kird emîş nekewête fiřufêł kirdin derî nahênê û eydořênê! her xêra desesřekey derhêna, hênay beser xetekana hemûy kujandewe û witî: emey pê nawê, min biłêm kujandutewe û to biłêy nemkujandotewe. em hewîre awêkî zorî ewê, ba le serewe tê hełçînewe! jine ke emey dî be carê nawkî kewt, witî: quř beserim, eme ketnî bê îmşew be carê emkujê! witî: pyaweke kołim da û gireweket birdewe!