ḧeme begî ḧacî řesûł beg gêřayewe, witî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  674 Dîtin

ḧeme begî ḧacî řesûł beg gêřayewe, witî: sałêk ’esker bûm, çawiş bûm, ew wexte legeł zabtêkî ałayî be sebrêk witî: řeza beg bû be mefreze çûyne dêyek kwêxay dîke hat be pîrmanewe, birdînî bo mizgewt çay bo lê nayn, tirêyekî zorî bo hênayn, zor xizmetî kirdîn. beramber bem hemû xizmete aẍa (zabit) her cinêwî be kwêxa eda, minîş kwêxam her le zuwe enasî zorim lela naxoş bû ke ewende be çawî sûkewe seyrî eka. çûme bin destyewe witim: aẍa em kwêxa fefîre çawit lêye çi xizmet eka bo çî emende naşîrînî pê ełêy? witî: ’ezîzim me’mûr ebê zebir û zeng binwênê bo ewey zyatir be gewrey temaşa ken!

lepaşa îtir çûm bo ser awayîyeke, dîm kwêxa hat, witî: fiłanî em kabraye çawit lêye çîm pê eka? minîş witim: kwêxa be řastî min le to diłgirantirim bełam biłêm çî tebyetî awaye ke eybînî. înca kwêxa witî: min bîstûme em aẍa zorî pê xoşe biłên to cehêłî û pîr nît. tika ekem to ke çûyte dîwexan bangim bike bifermû ta temaşay destim bike bizane ’umirim çende? îtir besme!

minîş ke hatmewe heywanî mizgewteke, danîştim û bangî kwêxam kird û witim: bizane min ’umirim çende? kwêxa hate berdemim, destî řastimî girt û temaşay berî destî kirdim, lepaşa serî hełbiřî temaşayekî ser û çawmî kird. witî: fiłanî to be řwałet mindałî, keçî maşałła be ’umir gewrey we ’umirit penca heta penca û dû ebê!

aẍa ke emey bîst bangî kird: a were kabra em ’îlmeş ezanî? kwêxay qumarbaz witî: qurban ême le bawik û bapîrmanewe em ’îlme ezanîn. fermûy: de temaşay destim ke axo min ’umirim çende? qederê temaşay berî mistî kird û dwayî witî: sibḧanełła aẍa, cenabit řast pêçewaney ḧeme çawşî, ew be řwałet mindał û be ’umir gewreye, keçî to be řwałet gewre û be ’umir mindałî, hîç şikim tya nîye ke çil û pênc, ewpeřî çil û şeş ’umrî cenabte!

aẍa ke emey le kwêxa bîst, fermûy: ḧeme çawiş be qebrî bawkim û be serî to em kabraye zor şarezaye lem ’îlmeda û sedî sed lêy ezanê. înca fermûy: kwêxa were danîşe. îtir ew şewe kwêxa se’at be se’at ḧurmetî zyadî ekird. beyanî ke hatîn biřoyn, aẍa zor le xoy burdewe û bo ew qisaneş ke be kwêxay witbû diłnewayî kird û witî: lêm bibûre nemnasîwît ke to ewende pyawêkî layq û zanayt!