pyawêk bû le ḧemamyan sofî silêmanî ...
pyawêk bû le «ḧemamyan» sofî silêmanî naw bû, pyawêkî zor le xwatirs û bedîn û mirîdî şêxî burhan bû, hemû demê le mizgewt xerîkî zîkir û fîkir bû, êgcar ke nawî xoy bîstibowe «sofî silêman» pyawêkî dîndare, betewawî le wize derçûbû! lepêş nîweşewa eçuwe mizgewt û xerîkî tesbîḧat bû!
deste feqêyek le ḧemamyan hebûn, sofî silêman legełyan têk çûbû, em lêyan bibû be kak eḧmedî şêx! her pêy ewtin: feqêyne dyanet wa nabê ke êwe eyken. eywîst ewanîş wekû em wa bin, legeł eweda ewan xerîkî xwêndinî xoyan bûn, sereřay eme jûrî mizgewtekeş pałî dabû be ḧucrey feqêkanewe, em be şew ke eçû zîkir û fîkirî ekird, be carê mutała û dewrî lewan têk eda, eger byanutaye sofî silêman wa nabê. ew eyut: êwe zenîqin! řojêk feqêkan qise eken be yek ke çarêkî biken. feqêyekî qumarbazyan tya ebê, eçê be layewe û ełê: sofî silêman min ta êsta herçêkim legeł kirdûyt ebê lêm bibûrî û be xełeta çûbûm; dwênê şew xewm dîwe û paşeřojêkî zor gewret heye, le êsta bedwawe leser destî toda tobe bê, her bew şerte lêm diłgiran nebî û çawit lêm bê! sofî silêman bem qiseye tozê xoy giv ekatewe û ełê: axir feqêyne min hemû car pêm ewtin ke dinya xałîy nîye le pyawçak, le sozî nałey ewlyayan ser bikenewe! be dû řoj dway ewe, feqê eçêtewe lay sofî silêman û ełê: řuḧim be qurbanit bê, le xewma çûbûy bo asman û wayan pê witim ke bûyt be pêẍember! sofî silêmanîş ełê: xwa eyzanê, minîş le xoma şitêk şik ebem, çil sałe zîkir û fîkir ekem, hełbet ebê berêkî bibê bo em omete! îtir feqê lem beynaneda hemû demê destî maç eka û dest leser sing řûbeřûy ewestê û sofîş carcar be bonî keramet, qiseyekî legeł eka!
çend řojêkî pê eçê, řojêkyan beyanîy zû feqê heł’estê û eçête xizmetî sufî silêman ełê: řoḧim be qurbanit bê şahî ewlya! serey ewet hatuwe biçî bo asman, îmşew le xewma be xizmetî şêxî burhan geyştim, fermûy silêman pêgeyşit û şewî dwayî eçê bo asman! sofî silêman hwêkî kird û witî: minîş wam bo derkewtuwe îmşew cibra’îl dêt be şwênma! feqêş witî: min le kitêba dîwme efermiwê: lem omete yekêk le bîst û ḧewtî şewî mangêka lepaş nîweşew ke dinya kişumat bê cibra’îl «’ilîh alsilamErebî» eyba û ebê be pêẍember «silî alilh û silimErebî» ewa êsta bom derkewt ke ew kese zatî mubarekî cenabte.
sofî imêkî bo kird û hesta çuwewe jêr, řîşekey taşî û kewayekî sewzî hebû, leberî kird û hatewe danîşt bew nyaze ke îmşew eçê bo asman! îtir lay kesîş dengî nekird, her toze ne tozêk eçû destinwêjekey taze ekirdewe û tezbîḧekeşî exsite milî!
feqêş lewlawe karesatî em beyney hemû se’atê geyandewe be feqêkanî tir û înca hatin lepêş hemû şitêka şitumek û esbabî xoyan pêçayewe û her yeke buxçey xoy ḧazir kird û dayna, înca dû gurîsyan peyda kird û pêkyanewe best, dinyaş zistane tif hełxey be asmana eybestêt. kewte şewê û beşêk le şew řoyşit, hemû xełkî awayî nûstin, lêyan da çûne serbanî jûrî mizgewteke le kunebeřojekewe be bêdeng gurîsekeyan řahêşte xwarewe, sofî silêmanîş le xwarewe ewe danîştuwe û zîkir û fîkir eka û her çaweřêy eweye cibra’îl bêt be şwênya, jûrî mizgewtekeş zor sarde, bełam germîy bexzimet geyştinî bînayîy çawan, sofî silêmanî germ kirdotewe!
sofî ewendey zanî wa şitêk le ’astî ew hate xwarewe - ewîş her be ’enqest le ’astî kunebeřojekeda danîştibû - na, şiteke wirde wirde wekû mar kişa û hate ser seryewe, emîş destêkî bo bird seyrî kird gurîse. huyekî kird û le xoşîya wext bû peř derka. dengêkî nask le serbanekewe hat witî: ya pêẍember gurîsî muḧîbbet le xotewe beste! sofîş gurîsî lenaw qedî tund şetek da û witî: îş bike!
înca wirde wirde hełyan kêşa heta nizîk be binmîçekeyan kirdewe û serî day le binmîçeke, witî: cubre’îl leserxo! ewan tozêkî tir gurîsyan řakêşa û sofî silêman betewawî le binmîç tund bû! tozê ’ezyetî pêgeyşit! witî: cubre’îl, qise be gwêta biçê, ełêm leserxot! hemû perasuwekanî wext bû beser yeka wird bibê, witî: cubreylî keranbawgaw hemû perasûm şika, leserxot.
înca gurîsan wekû darî tewn le serban bestewe û hatne xwarewe, her kes newî le buxçey xoy û ḧemamyan her bew şewe bew tofe becê hêşt. sofî silêmanîş lem lawe her dest eka be cinêwdan be cubra’îl û her pêy ełê leserxot heta zimanî eşkê!
îtir řoj ebêtewe, xełkî wirde wirde dên bo nwêjî beyanî, temaşa eken lem jûrî mizgewte, nûzeyek dêt, bełam řengî nîye, le axirda ser berz ekenewe ewa yekêk le binmîçeke tund buwewe û em nûzeye leweweye, eçin eykenewe û eyhênnewe xwarewe, seyr eken eme sofî silêmane û be ḧał gyanî tya mawe û zimanî nîye qise bika, hem le sermana, hem leber leşî! eydene ber agireke û germî ebêtewe, ekewête qise û karesateke egêřêtewe. xełkeke seyr eken feqêkanîş dyar nîn, ke eçin be şwênyana temaşa eken řoyştûn, înca ezanin eme ketnî ewan buwe! îtir sofî silêman be nîwenmek û be dewa û derman be yek dû mang ew wexte çak bowe û aqił bibû, bo deste feqêyekî tir!