melay teřemar ke pyawêkî benawbange dû ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1096 Dîtin

melay teřemar ke pyawêkî benawbange, dû jinî ebê. şewêk arezûy jine biçkolanekey ebê, bełam leber jine gewrekey nawêrê. axrî pê enê be cergî xoya be jine gewreke ełê: to xwa zorim tînuwe biço gozeyek awî tazem le kanî bo bêne. jinekeş heł’estê goze enê be şanyewe û eřwa. ke jine dûr ekewêtewe mela derga pêwe eda, dest eka be îşî şer’î.

înca jineke eçête kanî, gozeke eşwa û piřî eka; le diłî xoya lêkî edatewe ełê: bem şewe em pyawe beboney aw hênanewe destî be minewe na. be xwa řenge fîkirêkî bûbê. ba biçmewe. be pelepel dêtewe. wextê enê be dergawe teqey derga dêt. mela îşî tewaw ebê bełam pêy nakirê derpêyekey le pê bikatewe. bermałê lewê ebê fiřke ekate ser bermałeke bo ewey jineke hîç fîkirêkî lê neka. da’enîşê û ełê: «altiḧyat lilh alsilam ’ilîk». jineke hestî pê eka ke wa şitêkî qewmanduwe. eçê dest eba kewakey la eda û timaşay nawgełî eka, ełê: «sa pyawî dirozin řûy babî řeş bê! em kêre kêrî elteḧyatulîlaye?» mela îtir pê’ekenê.