mela me’mûnî hełebceyî swarî mayînêkî leř ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  744 Dîtin

mela me’mûnî hełebceyî swarî mayînêkî leřî geřî xariştawî kilk řûtawe ebê û eçê bo şarî hewraman, ke le dûrewe der’ekewê, becarê pyaw û jin û mindał be heřakirdin eçin be pîryewe, yekê destî maç eka, yekê dawênî, yekê awzingîyekey, yekê kilkî mayînekey!

em lew epirsê; eme çîye û ew lew. yekê le yekêkî tir, her ełê: nazanim.

heta pyawê řîş sipîy jîr dête pêşewe, lêy epirsin: eme çîye? ewîş ełê: îne ḧezretû ’elîyen û aneş dułdułen swareş bûyn! ledway hemû çiştê lale zorab dête pêşewe, be xełkeke ełê: na, na, na ḧezretû ’elî nîyen, îne ḧemed paşayenî we aneş espe si’ûdenî!