pyawêk boy gêřamewe witî şewêk le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  777 Dîtin

pyawêk boy gêřamewe witî: şewêk le germyane řêm kewte małî kurdêk. dinya zistan bû, kabray xawen mał lew dîwî çîẍekewe legeł jinekey nûstibûn minîş lem dîwewe. kewte nîweşew gwêm le dengî wirteyek bû, seyrim kird wa kabray xawen mał berokî jinekey xoy girtuwe û daway îşî şer’î lê eka, ewîş naydatê! zorî legeł xerîk bû her neydaye, lepaşa witî: kiçke wew şêx kerîme eger nemdeytê eçme zigî mîwaneke! kabra witî: minîş lew dîwewe diłim daxurpa ew wexteş mûm lê nehatbû. lepaş bigrewberdeyekî ewan û pařanewe û nizayekî min, ke em jine diłî nerim bibê, jineke witî: bîwřo, bîwřo, ba bwê we xatrî kerîme sûr û ew mîwane, ba ḧeyaman neçê!