carêk melayekî serispî eçête xêłêkewe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  754 Dîtin

carêk melayekî serispî eçête xêłêkewe, pyawêkî pîrî zelamî serkumaryan ebê, ebê be mîwanî ew, bas û xwasî nwêjî legeł ekatewe, kabraş hîçî lê nazanê û neybîstuwe, emîş amojgarî eka ełê: to pyawêkî pîrît, dinya ebřêtewe û ebê fêrî nwêj bît û nwêj bike bo qyametit çake. kabra ełê başe fêrim ke. mela pênc şeş řoj fêrî řikû’ û secde û danîştinî eka. kitupiř kabra emrê! derudrawsê dên bo pirse û serxoşîkirdin le kuřekey. lêy epirsin: bira bawkit çî bû wa mird? ewîş ełê: bexwa hîçî new û saq û selîm bû. ełên: axir nabê, ebê nexoşîyekî her bûbêt. kuře ełê: bira bêjim çî? şeş ḧewt řoj lemewpêş kawrayekî serçerimgî gemałbawkî lê peyda bû, hat fêrî xuyekî kird pêyan ewt nwêj! wek hesun eywêstan we pêwe, wek kewan eyçemanewe, wek tûle bûy pê’ekird we zewîyewe, wek gemał qingelfisî pê’edayewe. ewendeşî aw da we qingeyewe, ta le qingyewe awdizî kird, îtir bergey negirt, pisya û mird!