pyawêk le suleymanî bû ḧacî eḧmedî naw...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  705 Dîtin

pyawêk le suleymanî bû, ḧacî eḧmedî naw bû. bangî miḧemmed be aşkira xoşe, ḧacî eḧmede řeş! duxtorêkîş lew wexteda le suleymanî bû pêyan ewt duktor melk. em ḧacî eḧmede xêzanekey nexoş ebê, eyba bo lay duxtor melk. her care ke eyba pareyekî başî lê estênê. ḧacîş bêcge lewey ke le diła derdedił bika hîçî tirî pê nawtirê!

carêkyan eybatewe bo lay, ewîş daway çil řûpye heqî temaşakirdinî lê eka. ew serdeme legeł eweşa ke pare kem bû dînarîş hebû, řûpyeş hebû. ḧacî çil řûpye heł’egrê û ekewête bazařî suleymanî hemûy eka be puł û be ’ane û eykate desteseřêkewe û niqenq pêwey enîşê û eyba bo duxtor û leser mêzekey day’enê. duxtor ełê: kake ḧeme ewe çîye? - ew wexte ḧecî nekirdibû - ełê: qurban çil řûpyekeye. enca ełê: qurban çît ewê? ey biçim sê dane qaqezî yek dînarît bo bênim? toş be serî ew dû pence nazdaret behîwaşî hełîgrî û bîxeyte gîrfanî ew kirase sipîye cwanetewe, wekû mêşê hełbigrî wa bê?! newełła be layenî kemewe ba êsta tûşî ewende erk bibî ke ta leser mêzeke hełî egrî û eydey be kołî feřaşeketa, bełkû leber qursîyekey nawkit bikewê û ew wexte bizanî ke çil řûpîye emeye û be xwênî ciger peyda ebê, newek sê qaqezî sûkełe kewa to be hîçî ezanî!