kabrayek hebû le hewlêr mistoy westa...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  949 Dîtin

kabrayek hebû le hewlêr mistoy westa çîçûyan pê ewt, xene û wisme û şitumekî efroşt lenaw guzerekeda, kabrayekî dirawsê - dûkanî hebû le beranberîyewe. le beyanî ta êware hîç îşyan nebû ewe nebê ke yekêk bewêda tê’epeřî destyan ekird be qise pê witin û tanut lêdanî. kes nemabowe ke le dest emane derçê û řizgarî bûbê. înca xełkeke hestan û çûne lay bayzaẍa - aẍay hewlêr - şikatyan lê kirdin. bayzaẍa bangî kirdin pisuley sed lîrey lê sendin, ke carêkî ke qise be kesyan nełên kabrakan le tirsî em cerîmeye îtir bibřaybibřay nawî kesyan ne’ehêna!

řojêk ewa qirçey nîweřoye û dinya zor germe û kes le germana oqrey nîye, seyryan kird kabrayekî kurd baweşê çefte û mişkîy bestuwe be serewe û miradxanî û şerwalêkî nawdarî leberaye, her leber musłidanyewe ta ser singî piştênî tê ałanduwe, le serewe pestekêkî leberaye, leser ewewe pałtoyek qołî le ’ebayekî çoẍey şan sûrmey zistanîş hełkêşawe!

misto ke emey çaw pêkewt her le dûkanekey dapeřîye xwarewe destî kabray girt û bangî dirawsê dûkanekeşî kird û witî: aẍa şeqim bird, eme sed lîre cerîmeke û ba qisey xom bikem. aẍa! lem kabraye bipirse awa ’alem le germana ekułê, em hemû cile çîye leberî kirduwe? aẍayş ciluberg û xopêçanewekey kabray belawe zor seyr bû lem qirçey hawîneda. înca misto hatewe qise, witî: aẍa min ke qise ekem wenebê qisekanim bêcê û xořayî bê, qise a le şitî wawe ekem. axir de pêy biłê segî segbab ’alem leber germa pirozey be asmana eçê to boç wekû yaprax xotit pêçawetewe?!

îtir aẍa sed lîrekey dayewe be misto û witî: biřo serbest be çî qise eken legeł hawřêketa bîken, bom derkewt qisekantan hemû le şwênî xoyane.