lew kurdewarîye feqêyek eçête gundêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  830 Dîtin

lew kurdewarîye feqêyek eçête gundêk, ebê be mîwanî małî mela, mela xoy le małewe nabê, melajin řayexî bo řa’exa û nanî bo da’enê û bexêrhatnêkî cwanî eka. feqê epirsê: mamosta le kwêye? melajnîş ełê: bequrbanit bim le awayîyekeman şayîyek heye leser şayîyekeye. feqêş le diłî xoya ełê çi qeydî heye çuwe nikaḧeke bika egeřêtewe.

zorî pê naçê mela dêtewe, şitêkî dirêj lejêr ’ebakeya ebê, eyba lewlawe day’enê û xoy dêt da’enîşê û gelê bexêrhatnî feqêke eka. feqê le diłya ebê be girê, ke ew şite dirêje çî bû mela dayna. lêy epirsê: mamosta pirsyar ’eyb nîye, herçend bê edebîşe, bełam ewe çî bû lewlawe datna? melaş ełê: kuřim zûřna bû! feqêke zor sersam ebê, ełê: mamosta zûřnay çî? ełê: řołe leser şayîyeke bûm, şayîyekem be zûřna bo egêřan! feqê zorî lê ekołêtewe. axrî ewîş ełê: kuřim nanî melayetîyeke namanba beřêwe, eger zûřnay be demewe lê nedeyn îdarey pênakeyn!