melayek le dêyeka wekû ’adetî kurdewarî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  693 Dîtin

melayek le dêyeka wekû ’adetî kurdewarî řojî cejin bû legeł ehlî cama’etekey çûne cejne pîrozey małekan. eçûne her małêk ebuwa şitêkyan her bixiwardaye. mela ewendey xwardibû, lepê kewtibû! gwêdrêjêkyan hêna swarî bû, kewte pêşyan!

małî pîrêjnêk le xwarî awayîyewe mabû, çûne ewêş. mela witî: dananîşîn. her beser pêwe cejne pîrozey lê ekeyn û egeřêynewe. ke çûn îtir ne ew dabezî û ne xełkekeş danîştin her le ber qapêkewe cejne pîrozeyan kird û dwa bûnewe.

pîrêjin hate derewe û witî: le dewrtan geřêm axir danîşin, paruwe nanêk bixon. xełkeke wityan naxoyn natwanîn. mela pirsî: çîtan heye? pîrêjin witî: le dewrit geřêm şîrewaye. mela witî: ke wate serî kereke bisûřênewe sûke!