carêk kabrayekî kurd řuwew qîble mîzî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  731 Dîtin

carêk kabrayekî kurd řuwew qîble mîzî ekird, melayek çawî pêkewt witî: bira çon řuwew qîble mîz ekey? axir nazanî ḧerame? kabra piştî kirde qîble û destî kird be mîz kirdin. mela witî: bira ewe çon pişt ekeyte qîble û mîz ekey?! înca řûy kirde xorhełat. mela dîsan witî: ay ewe çon řû ekeyte xorinşîn û mîz ekey? kabray quřbeser mîzî lê bû be quzełqurit! înca serî kêrî girt û be dewrey xoya esûřayewe û mîzî ekird û eyut: xwa ser lew kese bişêwênê ke serî lê şêwandim!