melayek hebû le suleymanî, beřeḧmet bê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  765 Dîtin

melayek hebû le suleymanî - beřeḧmet bê - bizenîy em melaye, nawbangî derkirdibû, dujminî hebû, legeł şitî tirîş, hemû be destyewe herasanyan pê hełgîrabû! mela lem dwa dwayîyeda çawekanî kiz bibû hatuçoy lay ḧekîmî bo ekird, ḧekîm řojêk pêy wit: mela tozê xot le îşî şer’î bigrewe. witî: ḧekîm efenî natwanim. witî: ke natwanî hatuçoy lay minîş meke, çûnke ta to ewe îşt bê min çawtim pê çak nakirêtewe.

çuwe lay ḧekîmêkî tir, hemû wayan pê wit. tenanet ḧekîmêk pêy wit de řoj waz bêne min çakit ekemewe. witî: natwanim. witî: ḧefteyek. witî: natwanim. witî ḧekîm efenî, emaney pê nawê, yek sa’et natwanim ew îşe nekem. ḧekîm witî: ke wate biřo çawî to be min çak nakirêtewe. zorî pê neçû mela kwêr bû. înca eyut: oxey wa kwêr bûm, îtir carêkî ke pêm nałên gan meke!